Ragehandinek ji Tenduristîya Hewlêrê

Di ragehandinekê de, rêveberîya giştîya Tenduristîya Hewlêrê ragehand, 10 tûşbûyên Koronayê li parêzgeha Hewlêrê baş bûn û vegerîyan malên xwe.

K24- Hewlêr

Di ragehandinekê de, rêveberîya giştîya Tenduristîya Hewlêrê ragehand, 10 tûşbûyên Koronayê li parêzgeha Hewlêrê baş bûn û vegerîyan malên xwe.

Di wê ragehandina Dr. Dilovan Mehemed Fatih, rêveberê giştîyê yê Tenduristîya Hewlêrê de hatîye, bi hevwelatîyên bajarê Hewlêrê raddigehîin in ku 10 nexweşên Vayrosa Koronaya Nû COVID-19 piştî wergirtina çareserîya pizîşkî bi temamî baş bûne û rewşa tenduristîya wan carek din cêgîr bûye.

Amaje bi wê yekê jî daye, ku pişkinên li pey hev bo wan hatîye encamdan û encamên wan nerênî bûn û biryar hate dan bihên vegerandin bo bo malên wan.

Her li gor wê ragehandinê, heya niha hejamra wan tûşbûyên li parêzgeha Hewlêrê baş bûne gehiştîye 243 kesan.