Duhok.. Bi sedema nepabendbûnê bi rênimayîyan çen cih hatin daxistin
Li parêzgeha Duhokê hejmareka komîyeyan hatin pêkanîn daku rojane çavdêrîya bazar bikin û rênimayî yên tenduristîyê jî belav bikin. Tevî wê yekê jî demamkan û lepikan bi ser xelkê re belav dikin.
K24- Duhok
Li parêzgeha Duhokê hejmareka komîyeyan hatin pêkanîn daku rojane çavdêrîya bazar bikin û rênimayîyên tenduristîyê jî belav bikin. Tevî wê yekê jî demamkan û lepikan bi ser xelkê re belav dikin.
Ew komîteyên hanê amaje bi wê yekê dikin, bi sedema nepabendbûnê bi rênimayîyên tenduristîyê hejmareka dûkanan û cihên bazirganîyê hatin daxistin.