Bi sedema Koronayê 28 kesên din li Îraqê canê xwe ji dest da
Wezareta Tenduristî û Jîngeha Îraqê amara nû ya tûşbûyên Koronayê ragehand.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristî û Jîngeha Îraqê amara nû ya tûşbûyên Koronayê ragehand.
Li gor wê amarê, ji koma 8,609 pişkinan 1,268 kesên din tûşî Koronayê bûne.
Her li gor wê amarê, di 24 demjimêrên burî de, 28 haletên mirinê hatine tomarkirin li seranserî Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî.
Her li gor wê ragehandinê 282 kes jî baş bûne û nexweşxane hêlane.
Hejmar tevaya tûşbûyan li Îraqê: 12,366 kes in.
Hejmara giştî ya başbûyan 5,186 kes in.
Hejmara giştî ya wan kesên li jêr çavdêrîyê ne 6,834 kes in.
Hejmara giştî ya wan kesên di bin çavdêrîya çir de ne 69 kes in.
Hejmara giştî ya kesên canê xwe ji dest dane bi sedema Koronayê 346 kes in.