Piranîya alîyên sîyasî piştîvanîya kabîneya Mistefa Kazimî dikin
Piranîya alîyên sîyasî yên Îraqê piştîvanîya kabîneya Mistefa Kazimî dikin. Mistefa Kazimî, serok wezîrên Îraqê jî dibêje: Niha dema karkirinê ye ne dema axivtinê ye.
K24- Hewlêr
Piranîya alîyên sîyasî yên Îraqê piştîvanîya kabîneya Mistefa Kazimî dikin. Mistefa Kazimî, serok wezîrên Îraqê jî dibêje: Niha dema karkirinê ye ne dema axivtinê ye.
Di vî bwarî de, Vîyan Sebrî, serokê Firakisyona Partîya Demokrata Kurdistanê di Civata Nwênrên Îraqê de, tekez dike, ku ew piştîvanîya kabîneya Mistefa Kazimî dikin û heya demekê jî çavdêrîya bernameya karê kabîneya wî dikin.
Ev di demkê de ye, ev kabîneya Mistefa Kazimî piranîya firakisyona pişikdarî têde kirine û piştîvanîya Emerîka, Ewrûpa û welatên deverê jî heye.