Li Duhokê 2 kesên din tûşî Koronayê bûn

Di ragehandinekê de, Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê tûşbûna 2 kesên din bi Vayrosa Koronayê li parêzgeha Duhokê ragehand.

K24- Hewlêr

Di ragehandinekê de, Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê tûşbûna 2 kesên din bi Vayrosa Koronayê li parêzgeha Duhokê ragehand.

Deqa ragehandina Wezareta Tenduristîyê:

 Li berdewamîya pişkinînan û geryanê li dûv tûşbûyan, 2 tûşbûyên din li Vayrosa Koronaya Nû COVID-10 li parêzgeha Duhokê hatin destnîşankirin, ku 2 jinên temen 48 û 44 salî ne, berkevtîyên tûşbûyên  berê ne û di kerentîneyê de bûn. Rûniştvanên nav bajarê Duhokê ne.

 

Wezareta Tenduristîyê

7/6/2020