2 pêketiyên bi Koronayê li Herêma Kurdistanê canê xwe jidest dan

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê canjidestdana 2 pêketiyên bi vîrusa Koronayê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê canjidestdana 2 pêketiyên bi vîrusa Koronayê ragihand.

Wezareta Tenduristiyê derengê şeva bûrî di daxuyaniyekê de ragihand, nexweşekî Koronayê yê ji bajarê Silêmaniyê û nexweşekî ji qezaya Binciwînê li nexweşxaneyê canê xwe jidest dan.

Wezareta Tenduristiyê sersaxî ji malbata wan herdu qurbaniyan re xwast û hêvî xwast jî ku welatî pabendî rêniymayên teduristiyê bibin.

Ev di demekê de ye, di 24 demjimêrên bûrî de, li Herêma Kurdistanê 127 kes bi vîrusa Koronayê ketin û 6 kesan jî canê xwe jidest dan.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine gihîşt 1310 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîşt 26 kesan.

 

S. B