Li Germiyan 12 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê aşkere kir, 12 kesên din li devera Germiyan bi vîrusa Koronayê ketin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê aşkere kir, 12 kesên din li devera Germiyan bi vîrusa Koronayê ketin.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, 12 hilgirên vîrusa Koronayê li devera Germiyanê hatin destnîşankirin.

Diyar kir jî, ew pêketiyên nû 9 peya, 2 jin û keçeke genc in û hemûyan virus ji pêketiyekên berê vegirtine.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine gihîşt 1322 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîşt 26 kesan.

 

S. B