Ragehandina evro ya Wezareta Tenduristîyê

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare (104) a evro Dûşembîyê, 8ê Xizîran a 2020 belav kir û ragehand. Ev jî deqa wê ragehandinê ye.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare (104) a evro Dûşembîyê, 8ê Xizîran a 2020 belav kir û ragehand. Ev jî deqa wê ragehandinê ye.

Deqa ragehandina Wezareta Tenduristîyê:

Ragehandina Wezareta Tenduristîyê

Hejmare 104

Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî:

 

  • Kerentîn

Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de, (12,856) hevwelatî bûn. Niha tenê (727) hevwelatî, li (33) cihên cuda, di kerentînan de man e, (198) li Hewlêrê, (33) li Silêmanîyê û (506) li Duhokê. (12,129) hevwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din li 24 demjimêrên burî hatine kerentînekirin ku tevaya hejamara wan (41) Hevwelatî ne.

 

  • Pişkinîn:

Di dema 24 demjimêrên burî de, (2,516) pişkinîn li ser asta Herêmê hatin encamadan. (1352) li Hewlêrê, (752) li Silêmanîyê, (400) li Duhokê û (12) li Germîyan.

Di encam de, (104) haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin. (102) li parêzgeha, li parêzgeha Helebce (1) û Silêmanîyê li parêzgeha Duhok jî (2).

Hejmara giştî ya wan pişkinînên ku ji destpêka Vayrosa Koronayê hatine encamdan 90,106 pişkinîn bûne.

 

Encam:

Di dema 24 demjimêrên bûrî de, (3) can jidestdan û (102) tûşbûyên nû hatin tomarkirin, bi vî awayî:

  • Parêzgeha Hewlêrî 15 tûşbûn, li parêzgeha Silêmanîyê 73 tûşbûn û 3 can jidestdan, li Germîyan 12 tûşbûn û li Duhokê 2 toşbûn hatin tomarkirin.

 

  • Amara giştî:

Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (1,324) kes in, di nav wan de, (27) haletên mirinê hene û (537) nexweş jî baş bûne û niha (760) nexweş in û di bin çavdêrîya pizîşkî de ne. bo znanyarîyên zêdetir serdana Daşborda hikumeta Herêma Kurdistanê bike li vê lînkê (https://gov.krd/coronavirus/dashboard/).

Tevî destxweşîyê bo pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê. Di dema pêwîst de jî, peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin.

 

Wezareta Tenduristîyê

Hikumeta Herêma Kurdistanê

8ê Xizîrana 2020ê