Li Îraqê 24 kesên din bi Vayrosa Korona mirin û 1,115 kesên din jî tûşbûn
Li Îraqê 24 kesên din bi Vayrosê Korona canê xwe ji dest dan 1,115 kesên din jî bi wê Vayrosê ketin.
K24- Hewlêr
Li Îraqê 24 kesên din bi Vayrosê Korona canê xwe ji dest dan 1,115 kesên din jî bi wê Vayrosê ketin.
Wezareta Tenduristîya Îraqê ragehand, di 24 demjimêrên bûrî de, 1,315 kesên din bi Vayrosê Korona ketin, ku zêdetir ji nîve ya wê hejmarê ji parêzgeha Bexdayê ye.
Hevdem, di 24 demjimêrên bûrî de, 24 kesên din li êraqê bi Koronayê canê xwe ji dest dan û 386 pêketî baş bûne.
Heya niha 13, 481 kes li Îraqê bi Korona Ketine, ji wê hejmarê 370 kesan canê xwe ji dest dane û 5,572 pêketî jî baş bûne.