Fûad Husên: Amadekarîyên gotobêjên sitratîcî li gel Emerîkayê temam bûne
Di yekem civîna xwe de piştî destibikarbûnê wek wezîrê derveyê Îraqê Fûad Husên eşkera kir, amadekarîyên wan bo gotobêjên sitratîcîyên li gel Emerîkayê temam bûne.
K24- Hewlêr
Di yekem civîna xwe de piştî destibikarbûnê wek wezîrê derveyê Îraqê Fûad Husên eşkera kir, amadekarîyên wan bo gotobêjên sitratîcîyên li gel Emerîkayê temam bûne.
Fûad Hûsên li gel balyozê Emerîkayê li Îraqê Matiyo Tuler civîya , di cvînê de, gotûbêjên sitratîcîyên çaverêkrî di navbera herdû welatan de hatin gengeşekirin.
Wezîrê derve yê Îraqê ragehand, amadekarîyên wan bû gotûbêjên sitratîcîyên li gel Emrîkayê temam bûne û ev pêngav bi wêstgeheka giring da zanîn û gopt: Dê bibe karhêsanî bo karên hevbeşên li navbera herdû alîyan di warên cuda da.
Biryare di vê heftîyê de, gotobêj di navbera Îraq û Emrîkayê de destipê bike û şanda Herêma Kurdistanê jî têde beşdare bibe.