10 kesên din li Hewlêrê tûşî Koronayê bûn
Di raghandinekê de Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê, tûşbûna 10 kesên din bi Vayrosa Koronayê li parêzgeha Hewlêrê ragehand.
K24- Hewlêr
Di raghandinekê de Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê, tûşbûna 10 kesên din bi Vayrosa Koronayê li parêzgeha Hewlêrê ragehand.
Ddi ragehandina Wezareta Tenduristîyê de hatîye, li berdewamîya pişkinînan û geryanê li dûv tûşbûyan û gumanlêkirîyan, 10 tûşbûyên Vayrosa Koronayê COVID-19 li parêzgeha Hewlêrê hatin destnîşankirin, ku 8 zelam û 2 jin in. Yek ji wan berkevtîyê tûşbûyekê berê ye, 6 kes jî nîşanên nexweşîyê hene û 3 kes jî li bazgeha Şêrawe pişkinîn ji wan re hatîye encamdan û rûniştvanên bajarê Hewlêrê ne.