li Silêmanî 51 kesên din tûşî Koronayê bûn

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê, encamên nû yên pişkinînan belav kir û ragehand, li sinûrê parêzgeha Silêmanîyê 51 kesên din tûşî koronayê bûn.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê, encamên nû yên pişkinînan belav kir û ragehand, li sinûrê parêzgeha Silêmanîyê 51 kesên din tûşî koronayê bûn.

Di ragehandina wezareta Tenduristîyê de hatîye, li berdewamîya pişkinînan û geryanê li dûv tûşbûyan, 51 tûşbûyên din yên Vayrosa Koronaya ya Nû li parêzgeha Silêmanîyê hatin destnîşankirin, ku  22 zelam, 23 jin, 2 kurên xort û 4 zaro ne.

 17 tûşbûyî berkevtîyên tûşbûyên berê ne û 34 tûşbû jî nîşanên nexweşîyê hene.