Tirkiyê û Rûsiyê gereke din ya çavdêiryê li rojavayê Kurdistanê encam dan
Nûçeghanê Kurdistan 24 ragehand, evro polîsên serbazî yên Rûsiyê û artêşa Tirkiyê gereke din ya çavdêriya hevbeş li rojavayê bajarokê Dirbêsiyê yê rojavayê Kurdistanê encam dan, ku ji gundê Şêrke destpêkir û li heşt gundên rojavayê Dirbêsiyê yên li ser sînorê Tirkiyê derbaz bûn.
K24- Hewlêr

xuya jî kir, ku ew ger bi çar zirîpoşên Tirkiyê û çar zirîpoşên Rûsiyê hat encamdan.
Ji Cutmeha sala 2019yê ve, piştî rêkeftina Soçî ya di navbera serokê Rûsiyê Viladîmêr Putin û serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan, artêşa Tirkiyê û polîsên serbazî yên Rûsiyê gerên çavdêrîyê li rojavayê Kurdistanê encam didin.