Li Rojavayê Kurdistanê rewşa abûrî zehmetir dibe
Rewşa abȗrî li Rojavayê Kurdistanê roj bi roj zehmetir dibe nemaze ku bêhtirî xelkên deverê karker ȗ fermanberin ȗ mȗçeyên xwe bi lêra sȗrî werdigrin.
K24- Amûda- Rojavayê Kurdistanê
Rewşa abȗrî li Rojavayê Kurdistanê roj bi roj zehmetir dibe nemaze ku bêhtirî xelkên deverê karker ȗ fermanberin ȗ mȗçeyên xwe bi lêra sȗrî werdigrin.
Li bajarê Amȗdê, piraniya firoşgehan hatine girtin ȗ xelkên bajar jî dibêjin ku ew bi zehmetî pêdiviyên xwe bidest dixin.
Bandora daketina buhaya lêreya sȗrî li bajarên Rojava ȗ bazarên wê balkêşe, tevger kême , piraniya firoşgehan girtîne ȗ nerazîbȗna welatyan jî diyare .
Enes Ebid elrehman, yek ji xelkên bajarê Amȗdê ye ȗ ji heyama 26 salan ve di warê firotin ȗ kirîna caw ȗ petrel de kar dike .
Enes dibêje ev cara yekemîne ew bazara bajarê xwe bi vî şêweyî vala dibîne ȗ eger bȗhaya lêreyê cigar nebe, eger heye ku bazar bi temamî were girtin .
Di gel daketina buhaya lêreya sȗrî , hejmarek mezin ji firoşgehên Amȗdê hatin girtin herwiha hin pereguhêran kirîn ȗ firotina dolar rawestandin .
Gazinên xelkên bajêr roj bi roj zêdetir dibin ku dibêjin divabe aliyên berpirs sînorekî ji buhaya pêdiviyên rojane re deyinin yan jî ew neçar bibin ku koçberî welat bibin .
Jiber daketina buhaya lêreya sȗrî ku îro yek dolarê emêrîkî nêzî 3500 lêreyan tomar dike, Rêveberiya Xweser şaneyeke kirîzî jibo şopandina rewşa abȗrî avakiriye , herwiha komîteyên çavdêriya bazaran jî hatine avakirin , lê tevî wilo welatî dibêjin ku çavdêrî tuneye ȗ rêveberî nikare tu guhertinê çê bike.