Bazirganên Kobanê ji ber daketina nirxê Lîreya Sûrî dukanên xwe girtın
Ji ber bilindbûna rojane yê dolarê emrîkî li beramberî lêreya sûrî, sedî 90 ji bazirganin bajarê kobanê dûkanin xwe girtine, nameze yê pêdeviyên rojane ji xwerin û vexwerinê.
K24- Kobanê-Rojava
Ji ber bilindbûna rojane yê dolarê emrîkî li beramberî lêreya sûrî, sedî 90 ji bazirganin bajarê kobanê dûkanin xwe girtine, nameze yê pêdeviyên rojane ji xwerin û vexwerinê.
Bazirgan diyar dikin ku bilindbûne rojane zirareke pir li karê wan dike, ji ber ku ew bi pereyên sûrî difroşin û bi dolar jî dikirin, ji ber wê ew neçarin dûkanin xwe bigirin an jî bi dolar bifroşine welatiyan.
Tevahiyê liv û tevgera abûrî li kobanê bi pereyê sûriye, karkir û karmendin rêveberî mûceyên xwe bi lêreya sûrî werdigirin, û bi vê bilindbûna dolar ew neçarin pêdeviyan li gor dolar bikirin.
Neştecî dibêjin egere mûcejî bi dolare be, ta ku ew karibin bi rûmet bijîn, ji ber ku rêveberiyê jî hin heyberan bi dolar ra bilind dike.
Ta amedekirina vê raporê nirxê 1 dolar 3500 lêreyê sûrî, mûçeyê kakir û karmenid bi vê yekê nêzî 20 dolare, welatiyê kobanê dibêjin, ku ev pere tîrî wan 4 rojan neke