Kesek li Duhokê û dû kes jî li Helebce tûşî Koronayê bûn
Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand kesk li Duhokê û dû kes jî li parêzgeha Helebce tûşî Vayrosa Koronayê bûn.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand kesk li Duhokê û dû kes jî li parêzgeha Helebce tûşî Vayrosa Koronayê bûn.
Wezareta Tenduristîyê xuya kirîye ku ew kesê li Duhokê tûşî Kornayê bûye, zelamekê temenê 36 salîye û berkevtîyê tûşbûyên berê ye û di kerentîneyê de bû. Rûniştvanê nav bajarê Duhokê ye.
Herweha di ragehandineka dî de xuya kirîye ku dû kes li parêzgeha Helebce tûşî Koronayê bûne û ew dû kes malbatekin, jin û mêr in. Mêr temenê wî 55 salîye û jin jî temena wê 55 salîye û rûniştvanên nav bajarê Helebce ne.