Li Hewlêr 34 kesên din tûşî Koronayê bûn
Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistanê ragehand, li parêzgeha Hewlêr 34 kesên din tûşî Vayrosa Koronayê bûn.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistanê ragehand, li parêzgeha Hewlêr 34 kesên din tûşî Vayrosa Koronayê bûn.
Di ragehandina wezaretê de hatîye, ewên tûşbûyî 26 zelam, 5 jin û 3 zaro ne. 29 ji tûşbûyan berkevtîyên tûşbûyên berê ne û 5 tûşbûyan jî nîşaneyên nexweşîyê hene.
20 tûşbû rûniştvanên qezaya Çoman in.
3 tûşbû rûniştvanên qezaya Koye ne.
11 tûşbû jî rûniştvanên taxên bajarê Hewlêrê ne.