Firokeye serbazî ya Amerîka li Bexdayê şikiya
Firokeyeke serbazî ya Amerîkî li serbazgeha El Tacî li bakurê Bexdayê şikiya û di encamê de 4 serbazên Amerîkî birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Firokeyeke serbazî ya Amerîkî li serbazgeha El Tacî li bakurê Bexdayê şikiya û di encamê de 4 serbazên Amerîkî birîndar bûn.
Hevpeymaniya Navdewletî şeva bûrî di daxuyaniyekê de ragihand, firokeyeke serbazî ya hêzên esmanî yên Amerîka ya ji cureya C-130 Hercules li serbazgeha El Tacî di dema daketinê de xwe li berbestên konkirîtî da, beşek jê şikiya û agirekî biçûk jî pêket.
Di daxuyaniyê de diyar kir, tîmên hawarhatinê karîn agirê bi firokeyê ketiye vemirînin û serbazên tê de rizgar bikin, lê 4 serbaz bi sivikî birîndar bûn.
Ji aliyê xwe Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) ragihand, firokeya wan ya barhilgir C-130 Hercules di dema daketinê de ji rê derket û red kirk u firoke hatibe şikandin.
Amaje bi wê jî da, lêkolîn di derbarê wê bûyerê de destpê kiriye û nayê gûmankirin ku ew ji encama karekî teroristî be.
S. B