Parêzgarê Silêmaniyê bernameya sêyem a xweparastinê radigihîne

Parêzgarê Silêmaniyê radigihîne, niha nexweşaneyên taybet bi vîrusa Korona tenê ji bo kesên rewşa wan ne cîgir e bikar tên. Got jî: îro bernameya sêyemîn a xweparastinê radigihînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgarê Silêmaniyê radigihîne, niha nexweşaneyên taybet bi vîrusa Korona tenê ji bo kesên rewşa wan ne cîgir e bikar tên. Got jî: îro bernameya sêyemîn a xweparastinê radigihînin.

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebobekir ji K24ê re ragihand, îro bernameya sêyem ya xweparastinê di bin navê “xweparastin û sizaya civakî bo tenduristiya giştî” destpê dike.

Heval Ebobekir got: Pêwîst e kesên rênimayên tenduristiyê bicih nakin, heger dukandar e divê welatî tiştî jê nekirin û heger welatî ye divê dukandar tiştî nefiroşinê. Dixwazin bi hev re kar li ser yasayan û wîjdana welatiyan bikin, ji bo bi hev re vê rewşê derbas bikin.

Derbarê zêdebûna hejmara pêketiyan û kêmbûna nexweşxaneyên taybet bi Koronayê, Parêzgarê Silêmaniyê got: Baweriya me bi zêdekirina nexweşxaneyan nîn e, belkû baweriya me bi kêmkirina hejmara pêketiyan û asayîkirina rewşê heye. Heger li nexweşxaneyan zêde bikin, ne tenê li vî welatî û li vê parêzgehê, belkû li hemû welatan, pêwîstiyên nexweşxaneyan kêm in.

Got jî: Niha tenê nexweşên rewşa wan a tenduristiyê ne cîgir e dibin nexweşxaneyan, ewên nîşana vîrusê li hene jî, kerentîne dikin.

Amaje bi wê da, piştî rakirina qedexeya çûnûhatinê, rênima û rêkarên xweparastinê wek xwe tên bicihkirin û her kes û dezgeha rênimayan bicih neke, tên sizadan.

Ragihandina vê bernemaya sêyem a xweparastinê li parêzgeha Silêmaniyê piştî wê tê, çend roj in li parêzgeha Silêmaniyê hejmara pêketin û mirina bi vîrusa Koronayê zêde bûye.  

 

S. B