Zirîpoşeke Rûsî li Kobaniyê teqiya
Zirîpoşeke Rûsî li gundê Merc Îsmaîl yê Kobaniyê teqiye û li gor zanyariyên destpêkê, 3 serbazên Rûsî birîndar bûne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Zirîpoşeke Rûsî li gundê Merc Îsmaîl yê Kobaniyê teqiye û li gor zanyariyên destpêkê, 3 serbazên Rûsî birîndar bûne.
Peyamêrê K24ê li Kobaniyê Ridwan Bêzar da zanîn, dema karwaneke zirîpoşên Rûsî berê xwe dabûn deriyê sînorî yê li gundê Merc Îsmaîl yê li rojhilatê Kobaniyê, zirîpoşek teqiya.
Li gor zanyariyên ketine destê Peyamnêrê me, di teqînê de 3 serbazên Rûsî birîndar bûne.
Piştî teqînê hêzên Ewlekatiya Hundirîn (asayiş) gihîşt cihê teqînê.
S. B