Qedexeya derketina derve li Çoman hat ragihandin
Ji ber zêdebûna hejmara pêketina bi Koronayê, bajarokê Çoman yê Herêma Kurdistanê bi awayekî demkî qedexeya derketina derve hat ragihandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji ber zêdebûna hejmara pêketina bi Koronayê, bajarokê Çoman yê Herêma Kurdistanê bi awayekî demkî qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Rêvebirê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed ji K24ê re ragihand, Ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên bi Koronayê, bajarokê Çoman bi awayekî demkî qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Ragihandina qedexeya derketina derve li Çoman di demekê de ye, Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê duhî ragihandibû, 20 kes li nava Çoman û nahiya Hacî Omeran bi vîrusa Koronayê ketine.
Berî çend mehan yekem haleta pêketina bi Koronayê li Herêma Kurdistanê hatibû tomarkirin, lê li sînorê qezaya Çomanê, yekem haleta pêketinê pêr hatibû tomarkirin.
Bajarokê Çoman girêdayî bajarê Soran li parêzgeha Hewlêrê ye.
S. B