Qubad Talebanî serperiştiya civîna Komîta Danûstandkar a ligel Bexdayê kir

Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran Qubat Talebanî îro serperiştiya civîna şanda bilind a danûstandkar a hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel hikûmeta Iraqê kir û dawî qonaxên amadekariyên destpêkirina guftûgoyan, hatin behskirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di civînê de, kar û raportên komîtên taybet ên şanda hikûmeta Herêmê yên ji bo destpêkirina guftûgoyan, hatin behskirin.

Şanda hikûmeta Herêmê di civînê de tekez kir ku ew amade ne ji bo guftûgoyan bi Bexdayê re destpê bikin û li ser pirsên hilpesartî mayî jî rêbikevin.

Pêştir şanda hikûmeta Herêmê di dawiya Nîsana bûrî û destpêka Gulana 2020an serdana Bexdayê kiribû û di wê serdanê de jî zincîreyek ji civînan bi komîta bilind a guftûgoyan a Iraqê kirin. di guftûgoyan de jî bingehek ji bo birêveçûna danûstandinên Hewlêr û Bexdayê hatibû danîn, ku biryar e di çend rojên bê de dest pê bibe.

S. B