Nêçîrvan Barzanî: Şehîdên Ordugaya Zêwe di bîra me de zindî ne
Serokê herêma Kurdistanê bi boneya bombebarana Ordugaya Zêwe ji aliyê rêjîma Baas ve radighîne, qurbaniyên Ordugayê Zêwe tu caran jbîr nakin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê herêma Kurdistanê bi boneya salvegera bombebarana Ordugaya Zêwe ji aliyê rêjîma Baas ve radighîne, qurbaniyên Ordugayê Zêwe tu caran jbîr nakin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di salvegera bombebarankirina Ordugayê Zêwe de, di twittekê de nivîsandiye, ku bi serbilindî ew salvegera Ordugaya Zêwe bibîr tînin û serê rêz û newazişê li ber giyanê pak ê şehîdan diçemîn in, ku di 9ê Hezîran a sala 1985an de bûne armanca firokeyên şer yên rejîma Baas û hejmarek zarok, kesên bitemen, jin û peya şehîd û brîndar bûn. ew hertim di bîra me de zindî ne.
S. B