Li Çemçemlê 10 pêketiyên Koronayê hatin destnîşankirin
Rêvebirê Tenduristiya Qezaya Çemçemalê aşkere kir, 10 kesên din li qezaya Çemçemalê bi vîrusa Koronayê ketin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêvebirê Tenduristiya Qezaya Çemçemalê aşkere kir, 10 kesên din li qezaya Çemçemalê bi vîrusa Koronayê ketin.
Rêvebirê Tenduristiya Qezaya Çemçemalê Dr. Ferhad Mihemed di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, 10 hilgirên vîrusa Koronayê li qezaya Çemçemalê hatin destnîşankirin.
Diyar kir jî, ew pêketiyên nû 5 peya, 2 jin, keçeke genc û 2 zarok in. Temenê pêketiyan jî di navbera 4 – 64 saliyê de ne.
S. B