Mesrûr Barzanî: Pêwîst e pirsgirêkên bi Bexdayê re li ser bingeha destûrê bêne çareserkirin
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê Major General Gerald Strickland kir.
K24 – Navenda Nûçeyan

Di hevdîtinê de, ku Konsolê Giştî yê Amerîka Steven Fagin amade bû, girîngiya hevhanegiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Hevpeymanan û artêşa Iraqê de bo rûbirûbûna gefên DAIŞê hatin guftûgokirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ronî xiste ser proseyên çaksaziyê yên hikûmetê di herdu warên birêvebirin û darayî de, bi taybet jî pêngavên çaksaziyê yên di Wezareta Pêşmerge de.
Di derbarê pêwendiyên bi hikûmeta federal a Iraqê re, Serokê Hikûmetê amaje bi wê da, pêwîst e pirsgirêk bi awayekî dadperwerane û li ser bingeha destûrê bi awayekî bineretî bên çareserkirin.
Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê tekezî li girîngiya berdewambûna hevkarîkirina hêza Pêşmerge ji aliyê Hevpeymanan ve kir, bi taybet di warê rahênana serbazî de.
S. B