Li devera Germiyan 33 kesên din bi Korona ketin.
Li devera Germiyan 33 kesên din tûşî Vayrosa Korona bûn.
K24- Hewlêr
Li devera Germiyan 33 kesên din tûşî Vayrosa Korona bûn.
Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de ragehand, ku 33 kesên din li Devera Germiyan bi vayrosê korona ketin e ku 23 zilam û zarokek û 9 jin in û hemû jî berkefiyê tûşbûyên berya niha ne.
Rêvebirê Tenduristiya Qezaya Çemçemal Dr. Ferhad Mihemed di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya pişkinîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, 10 hilgirên vîrusa Korona li qezaya Çemçemal hatin destnîşankirin.
Diyar kir, ew pêketiyên nû 5 peya, 2 jin, keçek genc 2 zarok in. Temenê pêketiyan jî, di navbeyna 4 û 64 saliyan de ne.