Ragehandina evro ya Wezareta Tenduristîyê: 142 kes li Herêmê tûşî Koronayê bûn û kesekî jî bi wê sedemê canê xwe ji dest da
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare (105) a evro Sêşembîyê, 9ê Xizîran a 2020 belav kir û ragehand. Ev jî deqa wê ragehandinê ye.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare (105) a evro Sêşembîyê, 9ê Xizîran a 2020 belav kir û ragehand. Ev jî deqa wê ragehandinê ye.
Deqa ragehandina Wezareta Tenduristîyê:
Ragehandina Wezareta Tenduristîyê
Hejmare 105
Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî:
- Kerentîn
Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de, (13,589) hevwelatî bûn. Niha tenê (1,448) hevwelatî, li (33) cihên cuda, di kerentînan de man e, (228) li Hewlêrê, (23) li Silêmanîyê û (1197) li Duhokê. (12,141) hevwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din li 24 demjimêrên burî hatine kerentînekirin ku tevaya hejamara wan (733) Hevwelatî ne.
- Pişkinîn:
Di dema 24 demjimêrên burî de, (2,273) pişkinîn li ser asta Herêmê hatin encamadan. (1140) li Hewlêrê, (688) li Silêmanîyê, (400) li Duhokê, (39) li Germîyan û (6) Helebce. Hejmara giştî ya wan pişkinînên ku ji destpêka Vayrosa Koronayê hatine encamdan 90,106 pişkinîn bûne.
Encam:
Encamên 24 demjimêrên burî, (1) can jidestdan û (142) haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin. (44) tûbûn li parêzgeha, (62)tûşbûn û yek haleta mirinê li parêzgeha Silêmanîyê, (33) li Rêveberîya Germîyan, (1) tûşbûn li parêzgeha Duhok û (2) jî li parêzgeha Helebce.
- Amara giştî:
Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (1,466) kes in, di nav wan de, (28) haletên mirinê hene û (542) nexweş jî baş bûne û niha (896) nexweş di bin çavdêrîya pizîşkî de ne. Bo znanyarîyên zêdetir serdana Daşborda hikumeta Herêma Kurdistanê bike li vê lînkê (https://gov.krd/coronavirus/dashboard/).
Tevî destxweşîyê bo pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê. Di dema pêwîst de jî, peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin.
Wezareta Tenduristîyê
Hikumeta Herêma Kurdistanê
9ê Xizîrana 2020ê