Îraq..787 kesên din bi Korona ketin
L seranserî Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî 787 kesên din bi Vayrosa Korona ketin.
K24- Hewlêr
L seranserî Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî 787 kesên din bi Vayrosa Korona ketin.
Wezareta Tenduristiya Îraqê ragehand, ku di 24 demjimêrên derbasbûyî de 787 kesên din bi Vayrosa Korona ketin e û bi vê yekê, hejmara giştî ya tûşbûyan gihişte 14 268 kesan.
Herwiha 22 kesên din jiyana xwe jidest dan e û hejmara kesên jiyana xwe jidest dan e gihişte 392 kesan. 259 kesj jî baş bûn e û hejmara kesên çareserbûn e, gihişte 5 831 kesan.