Li parêzgeha Silêmanîyê 100 kesên din bi koronayê ketin

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de encamên ên pişkinînên nû belav kir û ragehand li parêzgeha Silêmanîyê 100 kesên din bi Vayrosa Koronayê ketin, ku piranîya wan xelkên nav bajarê Silêmanîyê ne.

K24- Hewlêr

Di ragehandina Wezareta Tenduristîyê de hatîye, 100 pêketîyên Vayrosa Koronaya nû COVID-19 li parêzgeha Silêmanîyê hatin destnîşankirin, ku 47 zelam , 29 jin, 21 zaro û 2 kur û kiçeka xort in. 53 kes ji wan berkevtîyên tûşbûyên berê ne û 47 jî nîşanên nexweşîyê hene.

Herweha hatîye, 2 pêketî rûniştavênên qezaya Çemçema in, 4 jî rûniştvanên nahye ya Bazyan in, 7 jî qezaya Pênciwîn in û 47 kesên din jî rûniştvanên nav bajarê Silêmanîyê ne.