Kesek dî li Silêmanîyê bi sedema Koronayê canê xwe ji dest da
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de, can ji destdana tûşbûyekê Koronayê li parêzgeha Silêmanîyê ragehand.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de, can ji destdana tûşbûyekê Koronayê li parêzgeha Silêmanîyê ragehand.
Di ragehandina wezaretê de hatîye, ew hevwelatî temenê wî 67 salî bû û piştî razandina wî li nexweşxaneyê û vemanê li pişka çavdêrîya çir li jêr alavê hensedanê canê xwe ji dest da.
Wezareta Tenduristîyê ragehandîye jî, tevî serxweşîyê li malbat û kesûkarên xweda lêxweşbûyî , hêvdarin hevwelatî pabendên rênimayîyên Tenduristîyê bin.