Hevseroka KCDê Leyla Guven hat berdan
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDPê ya mafê parlamenteriyê ji hatiye standin, piştî pênc rojan hat berdan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDPê ya mafê parlamenteriyê ji hatiye standin Leyla Guven piştî pênc rojan ji girtinê, hat berdan.
4'ê Hezîranê, bi biryara Dadgeha Bilind ya pejirandina sizaya zîndaniya parlamenter Leyla Guven, Musa Farisogullarî û Enîs Berberoglu, mafê parlamenteriyê ji wan hatibû standin û hatibûn zîndanîkirin.
Leyla Guven ji ber ku cezaya mehek û nîvê mabû, hatibû girtin û ji bo Girtîgeha hatibû şandin. Lê parêzerên Guven xwestin cezaya wê ya mayî li ser dosyeyeke wê ya din ku hîn pê tê darizandin bê hesibandin serîlêdan kirin. Serlêdana parêzeran jî hate erêkirin û Leyla Guven şeva bûrî hate berdan.
Enîs Berberoglu jî bi sedema rêkarên dijî koronayê, hatibû berdan û niha tenê Mûsa Farîsogullari girtî maye.
S. B