5 pêketiyên Koronayê li Helebceyê hatin tomarkirin

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê aşkere kir, 5 kesên din li parêzgeha Helebceyê bi vîrusa Koronayê ketin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê aşkere kir, 5 kesên din li parêzgeha Helebceyê bi vîrusa Koronayê ketin.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, 5 hilgirên vîrusa Koronayê li parêzgeha Helebceyê hatin destnîşankirin.

Diyar kir jî, ew pêketiyên nû 2 peya, 2 jin û zarokek in, 3 kesan ji wan û virus ji pêketiyekên berê vegirtine û 2 kesan jî nîşaneyên nexweşiyê lê hene.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine gihîşt 1611 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîşt 29 kesan.

 

S. B