ENKS armanca xwe ji rêkeftina bi PYDê re aşkere dike

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) tekezî li ser danûstandinên yekhelwestiyê yên bi PYDê re dike û radigihîne, armanca wê ew e, bi PYDê re bigihe rêkeftinekê ku bikeve berjewendiya doza Kurdî û doza Sûriyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) tekezî li ser danûstandinên yekhelwestiyê yên bi PYDê re dike û radigihîne, armanca wê ew e, bi PYDê re bigihe rêkeftinekê ku bikeve berjewendiya doza Kurdî û doza Sûriyê.

Roja 7ê Hezîranê daxuyaniyek ji aliyê (kesayetî û aliyên Sûrî li herêma rojhilat) ve derket û tê de her rêkeftineke Kurdî – Kurdî û her encameke wê red dikin. Emîndariya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de bersiva wê daxuyaniya da û ragihand, ew nîşana nijadperestî û dijayetiya ji Kurd re ye.

ENKSê di daxuyaniya xwe de dibêje: ENKSê ji destpêka şoreşa Sûrî ve barê niştimanî wek barê doza netewî û berevaniya di ber gelê Kurd û mafên wî de hilgirtiye. Herwiha ji destpêkê ve jî di nava opozîsyona Sûriyê de û li kêleka gelê Sûriyê ye, yê li dijî stem û zordariya û ji bo bidestxistina mafên xwe serî hildayê. ENKSê dibîne ku çareseriya siyasî li gor pêvajoya Cenêvê û biryarên navdewletî ye, ji bo bicihkirina daxwaza gelê Sûrî ya avakirina dewleteke firehnetewî û hevgirtî.

ENKS tekez dike, ew razî bûye bi PYDê re bikeve diyalogê, ji bo bigihin rêkeftineke Kurdî – Kurdî. Herwiha ji hemûyan re jî tekez dike, ENKS rêkeftina dixwaze bigihîne wê, divê bikeve xizmeta doza Kurdî û doza Sûrî û derî jî li pêş hemû pêkhateyên din wek Ereb, Siryan, Aşûrî, Tirkmen û yên din veke, ta di xizmetkirina gelên navçeyê û parastina wan de bevbeş û hevpar bin û bibe hokarê armanî û dilniyabûnê ji hemû aliyan û welatên cîran re û herwiha hevkariya opozîsyona Sûriyê bike û piştevaniyê ji çareseriya siyasî re bike.

ENKS di dawiya daxuyaniya xwe de dibêje, kesên nikarin xwe ji nexweşiyên berê rizgar bikin û pêdagiriyê li sîstema navendî û giştîgîriyê dikin, karesat ji welat û gel re anîne. Ew kes jî nikarin ne xeta ENKSê û ne rola Kurdan a niştimanî ji destpêka damezirandina dewleta Sûrî ve û heta niha bipişivînin. Herwiha nikarin wêneya opozîsyona Sûrî ya niştimanî ya xebatê ji bo bidawîanîna çewisandinê û avakirina Sûriyayeke demokratîk dike, bi awayekî ku hemû gelên wê di aramî û tevayiyê de bijîn û hemû mafên xwe yên netewî û mirovî werbigirin jî, têk bidin.

 

S. B