Dîndar Zêbarî: Herêma Kurdistanê di alîkarkirina Rojavayê Kurdistanê de berdewam e

Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî di hikûmeta Herêma Kurdistanê de Dîndar Zêbarî ragihand, Herêma Kurdistanê bi awayekî rasterast alîkariyên bijîşkî derbasî Rojavayê Kurdistanê kirine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî di hikûmeta Herêma Kurdistanê de Dîndar Zêbarî ragihand, Herêma Kurdistanê bi awayekî rasterast alîkariyên bijîşkî derbasî Rojavayê Kurdistanê kirine.

Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî di hikûmeta Herêma Kurdistanê de Dîndar Zêbarî ji K24ê re ragihand, Rojavayê Kurdistanê ji bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê, pêwîstiya wê bi alîkarî û hevkariyên bijîşkî heye, ji ber wê jî hikûmeta Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Xweser li ser wê li hev kirin ku ji hefteyê rojekê deriyê sînorî Sêmalka vebe û tê re alîkarî derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.

Diyar kir jî: Ji 1ê Adarê ve û piştî ku deriya sînorî Rebîa hat girtin, Herêma Kurdistanê bi du awayan alîkarî di deriyê Sêmalka re pêşkêşî Rojavayê Kurdistanê kirine, ku bi xwe û bi awayekî rasterat taqîgeh û kelûpelên bijîşkî yên taybet bi testên Koronayê pêşkêş kirin. Destpêkê Serokê Herêma Kurdistanê pêşkêş kir û piştre jî hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser wan hevkariyan berdewam bû.

Herwiha got jî: Awayê duyem a gihandina hevkariyan bo Rojavayê Kurdistanê ew bû, rê li pêş rêxistinên navdewletî re xweş dikir, ku hevkarî bê bac û bê ti astengiyan bigihînin Rojavayê Kurdistanê.

Li ser rexneyên rêxistina Human Raght Watch ji Herêma Kurdistanê re, Dîndar Zêbarî got: Hin rêxistin hene li Herêma Kurdistanê tomar nebûne. Li Herêma Kurdistanê rênimayên Komîta Bilind a Rûbirûbûna Vîrusa Koronayê û rênimayên din hene, rêxistinên li Herêma Kurdistanê tomarkirî ne û pabendî wan rênimayan bûne, rê ji bo wan hatine dayîn karê xwe bikin.

Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî di hikûmeta Herêma Kurdistanê de diyar kir jî: Di meha Adara û Nîsanê de ji aliyê rêxistinên navdewletî ve, 154 ton hevkariyên bijîşkî di deriyê Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn.

Di derbarê derbaskirina hevkariyên bo Rojavayê Kurdistanê mirovî ji aliyê rêxistinên ser bi Netewên Yekgirtî ve Dîndar Zêbarî diyar kir: Ji destpêka sala 2020 û li gor biryara Encûmena Asayişa Navdewletî û bi fişara Rûsya û Çînê, ji bo rêxistinên navdewletî rasterast serederiyê bi Rêveberiya Xweser re nekin, deriyê Rebîa (Til Koçer) hat girtin, ji ber wê rêxistinên Netewên Yekgirtî nikarin hevkariyan derbas bikin.

Amaje bi wê jî da: Herêma Kurdistanê ji destpêka 2013an ve, deriyê Sêmalka wek alternatîv li pêş derbasbûna hevkariyan û li pêş xelkê Rojavayê Kurdistanê vekir.

Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî di hikûmeta Herêma Kurdistanê de Dîndar Zêbarî daxwaz ji Rêveberiya Xweser kir, derbaskirina hevkariyan bo Rojavayê Kurdistanê ne tenê rojekê ji hefteyê be, belkû rojane be.

 

S. B