Çekdaran 11 kes ji Efrînê revandin
Grûpa Polîsa Leşkerî ya bi ser bi artêşa Tirkiyê ve 11 kes ji du gundên Efrînê revandin û li hember berdana wan daxwaza pereyan kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpa Polîsa Leşkerî ya bi ser bi artêşa Tirkiyê ve 11 kes ji du gundên Efrînê revandin û li hember berdana wan daxwaza pereyan kirin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa Polîsa Leşkerî roja 5ê Hezîranê bi ser gundê Reca yê li navçeya Mabeta girt û bi bihaneya pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebûye, 2 kes revandin û baca pereyan li kesên din sepandin.
Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir, heman grûpê roja 26 meha bûrî jî bi ser wê gundî de girtibû û 7 kes revandibûn. Piştî standina 800 hezar Lîreyên Tirkî ji hin kesan, berda bûn.
Wê rêxistinê diyar kir jî, grûpa Polîsa Leşkerî bi ser gundê Memila yê navçeya Reco de girt û 2 revandin û li hember berdana wan, baca 1000 Lîreyên Tirkî li wan sepandin.
S. B