Li Silêmaniyê kesekî din bi Koronayê canê xwe jidest da
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê canjidestdana pêketiyekî bi vîrusa Koronayê ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê canjidestdana pêketiyekî bi vîrusa Koronayê ragihand.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniyekê de ragihand, nexweşekî Koronayê yê ji bajarê Silêmaniyê yê temen 65 salî piştî derbasbûna nexweşxaneyê û mana di bin çavdêriya çir de canê xwe jidest dan.
Wezareta Tenduristiyê sersaxî ji malbata wan herdu qurbaniyan re xwast û hêvî xwast jî ku welatî pabendî rêniymayên teduristiyê bibin.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine gihîşt 1637 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîşt 30 kesan.
S. B