Şervan Derwîş rastî êrîşeke kuştinê hat

Peyvdarê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş bi rêya mayinekê hat armanckirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş bi rêya mayinekê hat armanckirin.

Peyamnêrê K24ê li Kobaniyê diyar kir, îro Peyvdarê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş bi rêya mayinekê ku li ser rêya Minbic – Ebû Qelqel hatibû danîn, rastî hewldana kuştinê hat.

Li gorî agahiyan, rewşa tenduristî ya Şervan Derwîş baş e û tenê zerarên madî çê bûne.

Der barê bûyerê de heta niha ti daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.

 

 

S. B