Ragehandina evro ya Wezareta Tenduristîyê
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare (106) a evro Çarşembîyê,10ê Xizîran a 2020 belav kir û ragehand. Ev jî deqa wê ragehandinê ye.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare (106) a evro Çarşembîyê,10ê Xizîran a 2020 belav kir û ragehand. Ev jî deqa wê ragehandinê ye.
Deqa ragehandina Wezareta Tenduristîyê:
Ragehandina Wezareta Tenduristîyê
Hejmare 106
Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî:
- Kerentîn
Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de, (13,706) hevwelatî bûn. Niha tenê (1,552) hevwelatî, li (35) cihên cuda, di kerentînan de man e, (253) li Hewlêrê, (26) li Silêmanîyê û (1,273) li Duhokê. (12,154) hevwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din li 24 demjimêrên burî hatine kerentînekirin ku tevaya hejamara wan (117) Hevwelatî ne.
- Pişkinîn:
Di dema 24 demjimêrên burî de, (2,466) pişkinîn li ser asta Herêmê hatin encamadan. (1,219 li Hewlêrê, (758) li Silêmanîyê, (400) li Duhokê, (79) li Raperîn û (10) Helebce. Hejmara giştî ya wan pişkinînên ku ji destpêka Vayrosa Koronayê hatine encamdan 94,845 pişkinîn bûne.
Encam:
Encamên 24 demjimêrên burî, (2) can jidestdan û (171) haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin.
Li parêzgeha Hewlêrê (60) haletên erênî, (46 zelam. (9)jin û (5) zaro.
Li parêzgeha Silêmanîyê (104) tûşbûn û 2 haleta mirinê hebûn.
Li parêzgeha Silêmanîyê (100) erênî û (2) can jidestdan. (47) zelam, (29) jin, (21) zaro û (3) xort (2Kûr û kiçek).
Êo parêzgeha Duhokê (2) erênî. Herdû zelam in.
Li parêzgeha Helebce: (5) erênî, dû zelam, dû jin û zaroyek.
- Amara giştî:
Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (1,637) kes in, di nav wan de, (30) haletên mirinê hene û (546) nexweş jî baş bûne û niha (1,061) nexweş di bin çavdêrîya pizîşkî de ne. Bo znanyarîyên zêdetir serdana Daşborda hikumeta Herêma Kurdistanê bike li vê lînkê (https://gov.krd/coronavirus/dashboard/).
Tevî destxweşîyê bo pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê. Di dema pêwîst de jî, peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin.
Wezareta Tenduristîyê
Hikumeta Herêma Kurdistanê
10ê Xizîrana 2020ê