Korona gehişte Perlemana Kurdistanê
Piştî ku pişkinîn bo endamên perlemanê û hejmareka fermanberên perlemana Kurdistanê hat hate encamdan, pişkinîna çend kesan erênî derketin ku yek ji wan endamekê perlemana Kurdistanê ye li gel çend fermanberên din.
K24- Hewlêr

Serokatîya Perlemana Kurdistaê derbarê evê yekê ragehandinek belav kir. Di wê ragehandinê de hatîye, pişkinîn bo 197 endamên perlemanê û fermanberên dîwana perlemanê hate encamdan û çend haletên erênî di wan pişkinînan de hane, ku dûv re ji alîyê wezareta Tenduristîyê dihête belavkirin.
Herweha hatîye, serokatîya perlemana Kurdistanê biryar da, tevaya karên Perlemana Kurdistanê bo dema dû hefteyan bihête rawestandin.