Li Raperîn 8 kesên din tûşî Koronayê bûn
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê encamên nû yên pişkinînan li sinûrê parêzgeha Raperîn belav kir.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê encamên nû yên pişkinînan li sinûrê parêzgeha Raperîn belav kir.
Di wê ragehandinê de hatîye, li berdewamîya pişkinînan û geryanê li dûv gumanlêkirîyan û tûşbûyan, 8 tûşbûyên din yên Vayrosa Koronayê COVID-19 li rêveberîya Raperîn hatin destnîşankirin.
Herweha hatîye, 6 kes ji wan tûşbûyan zelam in û dû jî jin in. dû berkevtîyên tûşbûyên berê ne û şeş kes jî nîşaneyên nexweşîyê hene. 5 tûşbû rûniştvanê qezaya Pişder/Qelladizê ne û 3 jî rûniştvanên Ranye ne.