Li Raperîn 8 kesên din tûşî Koronayê bûn

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê encamên nû yên pişkinînan li sinûrê parêzgeha Raperîn belav kir.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê encamên nû yên pişkinînan li sinûrê parêzgeha Raperîn belav kir.

Di wê ragehandinê de hatîye, li berdewamîya pişkinînan û geryanê  li dûv gumanlêkirîyan û tûşbûyan, 8 tûşbûyên din yên Vayrosa Koronayê COVID-19 li rêveberîya Raperîn hatin destnîşankirin.

Herweha hatîye, 6 kes ji wan tûşbûyan zelam in û dû jî jin in. dû berkevtîyên tûşbûyên berê ne û şeş kes jî nîşaneyên nexweşîyê hene. 5 tûşbû rûniştvanê qezaya Pişder/Qelladizê ne û 3 jî rûniştvanên Ranye ne.