Komîteya Bala ya rûbirûbûna Vayrosa Koronayê çendîn biryarav dide

Evro Çarşembîyê, 10/6/2020 Mesrûr Barzanî serokê Civata Wezîran bi rêya dîyo konfiransê ve serperiştîya civîna Komîteya Bala wezarî bo rûbirûbûna Vayrosa Koronayê kir,

K24- Hewlêr

Evro Çarşembîyê, 10/6/2020 Mesrûr Barzanî serokê Civata Wezîran  bi rêya dîyo konfiransê ve serperiştîya civîna Komîteya Bala wezarî bo rûbirûbûna Vayrosa Koronayê kir,

Di civînê de, ku Qubad Talebanê cêgirê serokê Civata Wezîran û wezîrên peywendîdar amade bûn, gotûbêj derbarê dawîn rewşa belavbûna Vayrosa Koronayê li Herêma Kurdistan hate kirin.

Di destpêkê de wezîrê navxwe raporta xwe pêşkeş kir. Dûv re jî wezîrê tenduristîyê raporteka hûr derbarê teşenekirina Vayrosa Koronayê û zêdbûna hejmara tûşbûyan û qurbanîyan pêşkeş kir ji bilî ku hejmareka daxwazî û pêşnîyaz jî pêşkeş kir.

Piştî gotûbêj û ra veguhartinê û nirxandina rewşa tenduristîyê, komîteya balaya rûbirûbûna Koronayê ev biryarên hanê da:

Yekem: Berdewambûn li ser rêkarên xweparêzîyê, kerentînekirin , çaresrkirin û pêşkeşkirina xizmetguzarîyên tenduristîyê bo tûşbûyan, berkevtîyan, geştyaram û çirkirina helemeta hoşyarîya Tenduristîyê bo xweparêzîyê ji Vayrosa Koronayê û dûvçûna cîbicîkirina rênimayên tenduristîyê ji alîyê hevwelatîyan ve.

Dûyem: Bi zor sepandina girêdana demamkê li hemû sazî, cihên giştî û dabînkirina wê bo her hevwelatîyekî ku serdana fermangeh û sazîyên giştî bike û her kesek jî serpêçîyê bike rêkarên tasayî li beraneber wan dihête girtine ber.

Sêyem: xerckirina qonaxeka dîya budceya taybet bi xwercîyên rûbirûbûna Vayrosa Koronayê bi gujmeya 5 milyar Dînaran bo Wezareta Tenduristîyê bi mebesta dabeşkirina wê bi ser sazîyên tenduristîyên parêzgehan û rêveberîyên serbixweyên Herêmê.

Çarem: Wezaret û alîyên peywendîdar hesanîya pêwîst pêşkeş bi kargeyên berhemhînana demamkan û pêdawîstîtên din yên xweparêzîyê dikin, daku bi hesanî û bi kiwalîtîyeka baş û nixeka guncayî bigehe destên hevwelatîyan.

Pêncem: Xizmetguzarîyên taqîgehî bihêne berfirehkirin. Mîkanîzma pêwîst bo dîrkirina tûşbûyan dihête danan.

Şeşem: Wezareta Tenduristî, navxwe û fermangeha peywendîyên derve hatin raspartin daku serdana alîyên Îraq û nêvdewletî vikin daku hevkarîya hikumeta Herêma Kurdistanê bikin.

Heftem: Berdewambûna qedexeya hatinûçûnê li Herêmê û li gel parêzghên Îraqê. Rêkixistina dewama Pêşmerge û asayîşa navxwe, bi taybetî ewên rûniştvanên derveya cihê wezîfeyên xwe ne bi awayekê ku kêmtirîn hatinûçun hebe.