19 kesên din tûşî Koronayê bûn
Di ragehandinekê de, Wezareta Tenduristîya Hikuemta Herêma Kurdistanê tûşbûna 19 kesên din bi Vayrosa Koronayê li devera Germîyan ragehand.
K24- Hewlêr
Di ragehandinekê de, Wezareta Tenduristîya Hikuemta Herêma Kurdistanê tûşbûna 19 kesên din bi Vayrosa Koronayê li devera Germîyan ragehand.
Di wê ragehandinê de hatîye, li berdewamîya pişkinînan û geryanê li duv gumanlêkirîyan û tûşbûyan, 19 tûşbûyên din yên Vayrosa Korona ya nû COVID-19 li devera Germîyan hatin destnîşankirin.
Her di wê ragehandinê de hatîye, ew kesên tûbûbyî 13 ji wan zelamin û 6 jî jin in. Tevaya tûşbûyan jî berkevtîyên tûşbûyên berê ne. 18 ji wan rûniştvanên nav qezaya Kelar in û yek jî rûniştvanê nav bajarê Silêmanîyê ye.