Mistefa Kazimî: Armanc ji gotûbêjan li gel Emerîka serwerî û berjewendî ya Îraqê ye
Serok wezîrên Îraqê aşkera dike, ku ew hatîye ser gencîneyeka vala û ev jî, ji encama plandanana xirab û tenê piştgirêdanê bi çavika petrolê.
K24- Hewlêr
Serok wezîrên Îraqê aşkera dike, ku ew hatîye ser gencîneyeka vala û ev jî, ji encama plandanana xirab û tenê piştgirêdanê bi çavika petrolê.
Mistefa Kazimî di çaarçove ya serdana xwe de bo bajarê Mûsilê li gel kesayetî û hozên wî bajêrî civîya û tekez kir ku Neynewa bajarê bi hev re jîyanê ye û yekgirtina xelkên wî bajarî geşeyê dike.
hevdem serok wezîrên Îraqê got jî, hikumeta wî rûbirûyê gelek astengan bûye û bi hemû şîyanên xwe rûbirûyê derde Korona bûye, ev jî di demkê de ye ku rûbirûyê kirîza darayî bûye.
Herweha serok wezîrên Îraqê amaje bi gotûbêjên sitratîjî kir di navbera welatê wî û Emerîkayê de û ragehand: Armanc ji gotûbêjan serwerî û berjewendî ya Îraqê ye.