Rêveberiya Xweser xwendina bekelorya ya hikûmeta Sûriyê qedexe dike
Rêveberiya Xweser radigihîne, ji destpêka sala nû ya xwendinê ve, nabe rêbazên xwendinê yên hikûmeta Sûriyê li navçeyên di bin kontrola wê de bêne xwedin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Xweser radigihîne, ji destpêka sala nû ya xwendinê ve, nabe rêbazên xwendinê yên pola 3 amadehiyê yên hikûmeta Sûriyê li navçeyên di bin kontrola wê de bêne xwedin.
Desteya Perwerdê li herêma Cizîrê di daxuyaniyekê de biryarine nû derkirin û ragihand, ji ber ku Desteya Perwerde û Xwendinê di sala xwendinê ya 2020 – 2021an de derbasî pola sê ya amadehiyê bû, hemû polên sê amadehiyê yên ser bi Wezareta Perwerdê ya hikûmeta Sûriyê li Heseke û Qamişlo tên girtin û rêbazên Rêveberiya Xweser tên xwendin.
Di daxuyaniyê de hatiye jî, erkê xweparastinê ji bo mamosteyan nayê paşxistin û her mamosteyek bi sedema bicihnekirina erkê xweparastinê hatibû dûrxistin jî, dê li gor pêwîstiya Desteya Perwerdê bi karê wan, dê vegerin ser kar.
Rêveberiya Xweser di salên pêştir de rêbazên xwendiyê yên taybet bi xwe bi her sê zimanan Kurdî, Erebî û Siryanî danîbûn û mamoste li ser wan rêbazan amade dikirin.
S. B