Korona gihîşt dadgeha Hewlêrê
Du dadwerên Dadgeha Têhilçûnê (temyîz) wek hilgirê vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û dadgeh bo heyama 14 rojan tê kerentînekirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Du dadwerên Dadgeha Têhilçûnê (temyîz) wek hilgirê vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û dadgeh bo heyama 14 rojan tê kerentînekirin.
Encûmena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de aşkere kir, ji ber hebûna du haletên pêketina bi vîrusa Koronayê li Dadgeha Dadgeha Têhilçûnê ya nahiya Hewlêrê, ew dadgeh hat kerentînekirin.
Amaje bi wê da, herdu hilgirên vîrusê, du dadwerên Serokatiya Dadgeha Têhilçûnê ne û piştî diyarbûna nîşanên vîrusê li wan, biryar hat dayîn 14 Dadgeha Têhilçûnê bê kerentînekirin.
Ev di demekê de ye, çend roj in bi awayekî zêde hilgirên vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê tên tomarkirin, ku heta niha hejmara kesên bi Koronayê ketine gihîştiye 1701 kesan û 30 kesî canê xwe jidest dane.
S. B