11 kesên din li parêzgeha Hewlêrê tûşî Koronayê bûn

Di ragehandinekê de, Wezareta Tenduristîya Hikuemta Herêma Kurdistanê tûşbûna 11 kesên din bi Vayrosa Koronayê li parêzgeha Hewlêrê ragehand.

K24- Hewlêr

Di ragehandinekê de, Wezareta Tenduristîya Hikuemta Herêma Kurdistanê tûşbûna 11 kesên din bi Vayrosa Koronayê li parêzgeha Hewlêrê ragehand.

Di wê ragehandinê de hatîye, li berdewamîya pişkinînan û geryanê li duv gumanlêkirîyan û tûşbûyan, 10 tûşbûyên din yên Vayrosa Korona ya nû COVID-19 li parêzgeha Hewlêrê hatin destnîşankirin.

 Her di wê ragehandinê de hatîye, ew kesên tûbûbyî 10 ji wan zelam in, û yek jî jin e. 7 ji tûşbûyan berkevtîyên tûşbûyên berê ne û 2 kesan jî nîşaneyên nexweşîyê hene. 9 tûşbûyî xelkên nav bajarê Hewlêrê ne, 1 Çoman û 1 jî rûniştvanê Celewla ye.