31 kesên din li parêzgeha Silêmanîyê tûşî Koronayê bûn

Di ragehandinekê de, Wezareta Tenduristîya Hikuemta Herêma Kurdistanê tûşbûna 31 kesên din bi Vayrosa Koronayê li parêzgeha Silêmanîyê ragehand.

K24- Hewlêr

Di ragehandinekê de, Wezareta Tenduristîya Hikuemta Herêma Kurdistanê tûşbûna 31 kesên din bi Vayrosa Koronayê li parêzgeha Silêmanîyê ragehand.

Di wê ragehandinê de hatîye, li berdewamîya pişkinînan û geryanê li duv gumanlêkirîyan û tûşbûyan, 31 tûşbûyên din yên Vayrosa Korona ya nû COVID-19 li parêzgeha Silêmanîyê hatin destnîşankirin.

 Her di wê ragehandinê de hatîye, ew kesên tûbûbyî 18 ji wan zelam in. 10 jî jin in û 3 jî zaron e. 12 ji tûşbûyan nîşaneyên nexweşîyê hene û yên din jî berkevtîyên tûşbûyên berê ne.