3 kesên din li parêzgeha Duhokê tûşî Koronayê bûn
Di ragehandinekê de, Wezareta Tenduristîya Hikuemta Herêma Kurdistanê tûşbûna 3 kesên din bi Vayrosa Koronayê li parêzgeha Duhokê ragehand.
K24- Hewlêr
Di ragehandinekê de, Wezareta Tenduristîya Hikuemta Herêma Kurdistanê tûşbûna 3 kesên din bi Vayrosa Koronayê li parêzgeha Duhokê ragehand.
Di wê ragehandinê de hatîye, li berdewamîya pişkinînan û geryanê li duv gumanlêkirîyan û tûşbûyan, 3 tûşbûyên din yên Vayrosa Korona ya nû COVID-19 li parêzgeha Duhokê hatin destnîşankirin.
Her di wê ragehandinê de hatîye, ew sê kesên tûbûbyî endamên yek malbatyê ne ku zelamekê temen 36 salî, jineka temen 33 salî û zaroyekê temen 15 salî ne û berkevtîyên tûşbûyên berê ne û di kerentîneyê de ne û rûniştvanên nav bajarê Duhokê ne.