Hêzên Rûsî û Tirkî gereke çavdêriyê li Kobaniyê dikin
Hêzên Rûsî û Tirkî bi 8 zirîpoşan û 2 helîkopteran dest bi gereke çavdêriyê ya hevbeş li rojhilatê Kobaniyê kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Rûsî û Tirkî bi 8 zirîpoşan û 2 helîkopteran dest bi gereke çavdêriyê ya hevbeş li rojhilatê Kobaniyê kir.
Peyamnêrê K24ê li Kobaniyê Ridwan Bêzar da zanîn, îro gereke çavdêriyê ya hevbeş a hêzên Rûsî û Tirkî ji gundê Xerîb yê Rojhilatê Kobaniyê destpê kir.
Diyar kir jî, di gera çavdêriyê de 4 zirîpoşên Rûsî û 4 zirîpoşên Tirkî beşdar in û herwiha 2 firokeyên Rûsî jî ji esman ve çavdêrî dikirin.
Li gor zanyariyên peyamnêrê me, gera çavdêriyê dê li gundên Xerîb, Eyn Beta, Qeremûx, Cîşan, Xerebesan, Bexdek û Xan bi dirêjahiya 25 K.M bigerin.
Li gor rêkeftina Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan roja 22 Cotmeha bûrî li bajarê Soçî yê Rûsî, hêzên Rûsî û Tirîkî hejmarek gerên çavdêriyê yên hevbeş li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê dikin.